Tê payîn ku sibê serokkomarê Iraqê yê nû bê hilbijartin

Tê payîn ku sibe Meclîsa Iraqê Serokkomarê nû hilbijêre. Di rewşekî wiha de rewşa parçebûyî ya aliyên Kurd, Biryara Sedir a boykotkirinê û herî dawî cemindandina Hoşyar Zebarî nîşan dide ku ev pêvajo wê bi hêsanî neçe serî

Di 10’ê Cotmeha 2021’ande li Iraqê hilbijartinên pêşwext pêkhatin.

Piştî wê di 30’ê Kanuna 2021’an de bi biryara ku serokkomarê Iraqê Berhem Salih dayî, parlamentoya Iraqê di 9’ê Çileyê de civiya.

Di civîna dengdana ji bo serokê parlamentoyê de Mihemed Helbûsî 200 deng bi dest xist û bû serokê parlamentoyê.

Li gorî qanûnên Iraqê, divê di nava 15 rojan de serokkomarê Iraqê ji nûve were hilbijartin.

Piştî rejîma Baasê, li gorî peymana di navbera Iraq û başûrê Kurdistanê de, divê serokkomar ji başûrê Kurdistanê were hilbijartin.

Li başûrê Kurdistanê jî li gorî lihevkirina di navbera PDK û YNK’ê de, divê serokkomar ji YNK’ê be.

YNK, ji bo hilbijartina serokkomartiyê Berhem Salih ku niha Serokkomarê Iraqê ye cardin kir namzetê xwe.

Lê PDK’ê jî Wezîrê Darayî yê Iraqê yê berê Hoşyar Zêbarî yê ku Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê ew bi gendeliyê sûcdar kiribû û destnedayîna wî betal kiribû, kir namzetê xwe.

Piştî PDK’ê Zêbarî kir namzet, li Qada Tehrîrê ya Bexdayê bi çalakiyan hat proteskirin.

Bi heman rengî Tevgera Sadir, û gelek derdorên din ên Iraqî jî li dijî namezatiya Zebarî derketin.

Zikrî Zebarî: PDK’ê li gorî daxwaza Tirkiyê namzetê xwe diyar kir

Têkildarî namzetê PDK’ê, Parlementerê YNK’ê Zîkrî Zebarî axivî û bertek nîşan da.

Zebarî, anî ziman ku PDK bi vî awayî dixwaze Herêma Kurdistana Federe tevlihev bike û got:

“YNK namzetiya PDK’ê ya ji bo serokkomartiyê qebûl nake”

Zebarî, destnîşan kir ku Tirkiye, Îran û DYA ji bo hikûmeta nû ya Iraqê ketine nav hewildanan.

Zebarî bilêv kir ku Tirkiye bandorê li PDK’ê dike û PDK jî li gor daxwaza Tirkiyê tevdigere û got:

“Lê dê plan û armancên Tirkiyê yên li hemberî herêma me xistine dewrê bi ser nekevin.”

Dadgeha federal a iraqê namzetiya hoşyar zebarî yê pdk’î betal kir

Li aliyê din Parlamenterên Iraqê, ji ber ku Serokê Parlamentoya Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî ku dosya wî ya gendeliyê heye qebûl kiriye, giliyê Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî kiribûn.

Li gorî gilînameyê, dema namzetê PDK’ê Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derve yê Iraqê bû, zêdetir 3 milyar û 700 milyon dolar bi derqanûnî winda bûye.

Îro Dadgeha Federal ya Iraqê giliyê parlamenteran pejirand û li ser êrêkirin û redkirina namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’yî kom bû.

Di civînê de biryar hate girtin ku hemû karên Hoşyar Zêbarî yên ji bo serokkomartiya Iraqê werin rawestandin.

Back to top button