QSD’ê nasnameyên 7 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên 7 şervanên ku di Pêngava Gurzê Gelan û êrîşên dewleta Tirk a li Dêrikê şehîd bûne, eşkere kir. QSD’ê ji gel û malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza şopandina rêya wan heta serkeftinê, da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên 7 şervanan ku di pêngava Gurzên Gelan û êrîşên dewleta Tirk a li Dêrikê şehîd bûne, eşkere kir.

QSD’ê di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku bi plansazîya mezin a êrîşên DAIŞ’ê bi ser girtîgehê ku dewleta Tirk a dagirker bi yekser destek dabû vê êrîşê, bi fedakarîya şervanan û gelê herêmê bi hev re, ev êrîş vala derxistin û got: “Piştî têkbirina vê êrîşê, ji ber bêtehemûlîya dewleta Tirk a dagirker ji binketinê re, roja 1’ê Sibatê bi balafirên şer êrîşî stasyona kehrebê ya nêzî gundê Teqil Beqil a girêdayî Dêrikê, kiribû.

Di vê êrîşê de hevrêyên me Mihyedîn, Xebat, Sîyabend û Şîyar ku ewlehîya stasyona kehrebê de erkdar bûn, gihîştin şehadetê.

Ev 4 hevrêyên me, ji roja tevlîbûna meşa azadîyê heya roja şehadetê nirxên mezin avakirine.

Hevrêyên me Îsa, Xidir û Mihyedîn ku ew jî zarokên vê gel û axê ne, di dem û pêvajoyên cûda yên Şoreşa Rojava de erk û berpirsyartîyên xwe pêkanîne û li dijî her cûre dagirkerîyê amadebûne û bidil têkoşîyane.”

QSD’ê, ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û careke din soza domandina têkoşînê heta pêkanîn serkeftinê, dubare kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

 

Nasnav: Mihyedîn

Nav û Paşnav: Mihemed Mihemed

Navê dayik: Amîna

Navê bav: Hesen

Cihê ji Dayikbûnê: Dêrik

Cih û dîroka şehadetê: Dêrik | 1ê Sibata 2022

Nasnav: Sîyabend Bêkes

Nav û Paşnav: Ebdilrehman Şêxo

Navê dayik: Yasmîn

Navê bav: Mûsa

Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Dêrik | 1ê Sibata 2022

Nasnav: Şîyar Kobanê

Nav û Paşnav: Mihemed Îsmaîl

Navê dayik: Ferîde

Navê bav: Ehmed

Cihê ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrik | 1ê Sibata 2022

Nasnav: Xemgîn Bilbil

Nav û Paşnav: Mihemed Hesen

Navê dayik: Zelûx

Navê bav: Hesen

Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Dêrik | 1ê Sibata 2022

Nasnav: Îsa

Nav û Paşnav: Îsa Ebdulah

Navê dayik: Amîna

Navê bav: Ehmed

Cihê ji Dayikbûnê: Amûdê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 23ê Çileya 2022

Nasnav: Medenî Norşîn

Nav û Paşnav: Medenî Bozkurt

Navê dayik: Nûrîye

Navê bav: Riza

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 23ê Çileya 2022

Nasnav: Xidir

Nav û Paşnav: Xidir El Salih

Navê dayik: Emşa

Navê bav: Hisên

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 23ê Çileya 2022

 

 

Back to top button