Bi armanca derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Minbicê, pêngava komkirina îmzeyan dan destpê kirin.
Di çarçoveya Pêngava Însiyatîfa Gel a Derxistina Navê PKK ji “lîsteya terorê”, ciwanan çalakiya komkirina îmzeyan dan destpêkirin.
Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên eşîran, saziyên jinan û Meclisa Leşkerî ya Minbicê beşdarî çalakiyê bûn.
Yek ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Minbicê Ehmed Cemîlî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de piştgiriya ji derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê hat nîşandan û hat gotin.
Em tevlî pêngava komkirina îmzeyan bi armanca derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” dibin.
Ji ber ku PKK partiyeke ku ji bo azadiya tevahî cîhanê têdikoşe, ji lewma em bang li hemû gelê herêmê dikin ku beşdarî vê pêngava cîhanî bibin.”