Hamid Letîf: Divê herkes tevlî kampanyayê PKK bibe

Kampanya derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ her diçe berfireh dibe. Mamoste, nivîskar û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo kampanyayê ragihandin û gotin: “Nabe hêzeke ji bo mafê gelê xwe têdikoşe, di lîsteya terorê de bimîne.”

Li başûrê Kurdistanê piştgirya bi kampanyaya derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ roj bi roj zêdetir dibe.

Derbarê mijarê de mamoste û aktîvîstên navçeya Ranya ya Silêmaniyê ji Rojnews re axivîn û piştgiriya xwe ji kampanyayê re ragihandin.

Çalakvan Hemîd Letîf derbarê mijarê de axivî û diyar kir derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ wê bandoreke mezin li ser doza gelê Kurd bike û got, “Xistina PKK lîsteya terorê, tê wateya ku gelê Kurd jî weke terorîst dibînin.

Hamid Letîf ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ banga tevlîbûna kampayayê kir.

Aram Qadir: PKK’ê ji bo cîhanê li dijî terorê şer kir

Mamostayê Zanîngehê Aram Qadir bal kişand ser têkoşîna PKK’ê û wiha got:

“PKK yek ji wan hêzane ku li Cîhanê li dijî terorîstan berxwedaye û gel parastiye.

Lîsteya terorê bi xwe ji aliyê sîstemên faşîst ve hatine amadekirin.”

Reşîd Ehmed: PKK ji bo azadiya gelekî têdikoşe, ne terorîst e

Her wiha nivîskar û helbestvanê Kerkûkî Reşîd Ehmed jî axivî û da zanîn hêza ku li çar parçeyên Kurdistanê xebat ji bo gelê xwe dimeşîne terorîst nîne û got:

“Yê terorîst ew dewletin ku gundên Kurdistan û daristanên wê dişewitînin û zarokên gelê wê li ber çavê xizmên wan dikujin.”

Reşîd Ehmed di dawiyê de diyar kir pêwîste PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Tariq Karêzî: PKK têkoşîna rewa ya 50 milyon kesî dike

Rewşenbîr Tariq Karêzî jî da zanîn ku Kurd ti carî nebûne terorîst û ti carî êrişî gelê sivîl nekiriye û wiha got:

“Bi neheqî PKK’ê xistine lîsteya terorê. Di kîjan çandê de heye ku hêzek daxwaza azadî û serxwebûnê ya gelekî bindest bike, dibe terorîst? Lê yê li dijî wî mafî derkevin terorîst in.”

Tariq Karêzî behsa girîngiya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kir û got,

“Hêvî dikin ku wijdana navnetewî hişyar bibe û ti hêzeke siyasî ya Kurdistanî nexe lîsteya terorê.

Ev bê edaletî û zilma li dijî doza 50 milyon mirovî ye.”

Back to top button