Li Kobanê 2 şehîd bi merasimekê hatin oxir kirin

Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 Şehîdan li goristana Şehîdan a li navçeya Sirînê, bi merasîmekê oxir kirin.

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mistefa El-Mûsa û şervanê QSD’ê Mihemed El-Riman El-Minbicî, bi merasîmekê oxir kirin.

Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Di merasimê de axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîdan re hate xwestin.

Hevserokê şaredariya gel a navçeya Sirînê Mistefa Muslim di merasimê de axivî û diyar kir heta rizgarkirina herêmên dagirkirî wê têkoşîna xwe bidomînin û li ser riya şehîdan bimeşin.

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hate xwedin û radestî malbata wan hat kirin.

Di dawiyê de şehîd bi dirûşmeyan hatin oxirkirin.

Back to top button