Meclisa Jinan a PYD’ê li Qamişlo bi daxuyaniyekê diyar kir ku mîna her carê hevgirtina gelan li herêmê plana dewleta Tirk a dagirker ku xwest bi destê çeteyên DAIŞ`ê pêk bîne, têk bir.
Meclisa Jinan a PYD’ê derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.
Endama Meclisa Jinan a PYD’ê Dilşa Şawîş daxuyanî xwend û got: Êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ku bi destê dewleta Tirk hatibû plankirin, hat şikandin.
Dewleta Tirk da ku ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina gelan têk bibe, piştgirî da DAIŞ`ê.
Lê hevgirtina gelan li herêmê mîna yên berê, ev plana ku bi rêya DAIŞ`ê dixwest bike jî têk bir.
Dilşa Şawîş di dawiya daxuyaniyê de wiha anî ziman:
Em bang li civaka navneteweyî dikin ku Erdogan di dadgehên navneteweyî de darizînin.
Em ê heta dawiyê li ser esasê misogerkirina ewlehî û azadiyê ji bo gelên xwe têkoşînê bikin