
Dewleta Tirk a dagirker îro careke din gundên Şehba û Minbicê bombebaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di saetên êvarî de gundên Minix û Eyn Deqnê yên Şehbayê topbaran kirin.
Li aliyek din balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker vê êvarê gundê Ereb Hesen yê bakur-rojavayê Minbicê bombebaran kir.
Derbarê encamên van topbaran û bombebaranan de agahî nehatin parvekirin..