Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê roj bi roj zêde dibin.Dagirkeran welatiyek kuştin û sê welatî jî revandin.
Li gorî Malpera Efrîn Post, çeteyan êşkence li welatiyê bi navê Rêzan Mihemed Xelîl yê 42 salî ku ji gundê Çeqela yê Navçeya Şiyê ye kiriye û ew kuştine…
Rêzan Xelîl ji bo agahiyan li ser biraziyê xwe Azad Xelîl ku ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin bigre,, serdana navenda çeteyan kiribû..
Li vir çeteyan ew jî girtibûn û bi êşkenceyê kuştin…
Biraziyê Xelîl, Azad jî heta niha iqubeta wî ne diyare û çeteyan xwestine 5 milyon lîreyê Sûrî fidye li hember berdana wî were dayîn..
Li gorî Malpera Efrîn Post, di nava 5 rojan, 2 welatî hatin kuştin.
Çeteyên dewelta Tirk li Navçeya Cindirêsê jî 3 welatî yên bi navê Hisên Behcet Hisên, Ciwan Yûsif û Ednan Erebo revandin.
Aqubeta her sê kesan jî heta niha ne diyar e.
Çeteyan herî dawî li navenda Şera 220 darên zeytûnê jî birîn.