Li Swêdê greva biçîbûnê ya dorveger a 3 rojan ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatî organîzekirin ve çalakiyên şermezarkirina 23. Salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Ocalan destpêkir.
Li bajarê Goteborg ê Swêdê bi rasthatina 23. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd greva birçîbûnê hat destpêkirin.
Girev wê 3 rojan dewam bike û piştre wê li Helsîngborgê di navbera 9-11’ê Sibatê de bi heman rengî girev pêk bê…
Paşê, wê bi tevlêbûna Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya Ocalan meşe bê lidarxistin.
Meş wê 12’ê Sibatê li Helsîngborg a Swêdê û 13’ê Sibatê li paytexta Danîmarka Kopenhagê bidome.