Balafirên dewleta Tirk gundekî Minbicê bombebaran kir

Êrişên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmê dewam dikin..Balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker duh êvarî gundewarê Minbicê bombebaran kir.

Balafirên bêmirov ê artêşa dagirker duh êvarî gundê Ereb Hesen yê gundewarê bakur rojavayê Minbicê bombebaran kir ..

Derbarê ziyanê de heta niha agahiyên zelal bi dest neketine.

Hemwextî vê êrişê 3 balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Minbicê digeriyan .

Li aliyekî din duh derengiya şevê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a li asîmanê Kobanê û gundewarên wê digeriya .

Back to top button