PDK beşdarî civîna hilbijartina serokkomariyê ya Iraqê nabe

Aloziya siyasî ya hilbijartina serokkomarê Iraqê kurtir dibe. Dadgeha ferderal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî ya ji bo serokkomariya Iraqê bi hinceta têkiliya wî bi gendeliyê re heye rawestand.

Piştî vê biryara Dadgehê, PDK têkildarî biryarê daxuyanî da û diyar kir ku ew ji bo berjewendiyên giştî û bi armanca temamkirina şêwiran û berdewama nîqaşên di navbera partiyên siyasî de beşdarî civîna parlamentoyê nabin.

Hevbendiya siyasî ya Iraqê jî bi daxuyaniyekê ragihan ew jî ji bo piştevniya nîqaşên siyasî yên ku hêzên siyasî ji bo çareseriyeke hevbeş didin, wê civînê boykot bikin.

Parlamendoya Iraqê bernameya civînê eşkere kir

Ji aliyek din parlamentoya Iraqê bernameya civîna xwe ku wê îro têde serokomar were hilbijartin eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, wê civîn bi xwendina Qurana Pîroz destpê bike û piştre hejmarek parlamenter sonda destûrî bixwin.

Li gorî daxuyaniyê, wê mijara sêyem a civînê hilbijartina Serokomarê Iraqê ye.

Li gorî pêşbiniyan dibe ku îro civîna parlamentoya Iraqê ji ber sedema rawestandina namzetiya Hoşyar Zêbarî û temamnebûna hejmara yasayî ya parlamenteran pêk neyê.

Back to top button