Meşa dirêj a tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê duh dest pêkir

Ji Salvegera 23 a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo re, tenê çend roj man.
Bi vê boneyê çalakiyên li dijî komlpoyê li seranserî welatên Ewropayê zêde dibin.
Li Fansayê çalakiya meşa dirêj du roj in dewam dike.
Li Almanya, Belçîka û Hollanda jî çalakî di roja sêyan de ye û li Swêdê jî greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. 

Ji 15’ê Sibatê salvegera 23 a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo re tenê çend roj man.

Bi nêzîkbûna salvegera komployê re çalakî li her derê, nemaze li welatên Ewropayê zêde dibin.

Hemû jî bi armanca azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo ne.

Her sal bi vê armancê ciwan meşên dirêj li dar dixin.

Îsal jî, li gelek welatên Ewropayê meş hatine destpêkirin

Yek ji wan meşa dirêj a li Fransayê ye.

DIMEN BIDIN

Ciwan duh ji bajarê Sîerentz dest bi meşê kirin û wê heta Strasboûrgê bimeşin.

Meş bi slogana “Bi îradeya ciwanên Apoyî em ê Rêber Apo Azad bikin” pêk tê û ji gelek welatên Ewropayê ciwan beşdar bûn.

Li Almanya, Belçîka û Hollandayê meş di roja 3. de ye

Ji bilî Fransayê, li çend welatên din jî yên Ewropayê çalakî pêk tên.

Li Almanya, Belçîka û Hollandayê meşa dirêj 3 roj in dewam dike.

Li bajarê Goteborg ê Swêdê greva birçîbûnê dest pê kir

Tevî van, li Swêdê jî li dijî komployê greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Grev dorveger e û li bajarê Goteborg li navenda Civaka Demokratîk a Kurd e.

Girev wê 3 rojan li vir bidome û piştre wê li Helsîngborgê bi heman rengî pêk bê.

Paşê, wê ji bo azadiya Ocalan meşe bê lidarxistin.

Meş 12’ê Sibatê wê li Helsîngborg a Swêdê û 13’ê Sibatê li paytexta Danîmarka Kopenhagê bidome.

Back to top button