DER BARÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ DE DYE HIŞYARÎ DA RÊJÎMA SÛRÎ

Wezareta Karê Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka der barê rewşa li Idlibê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ragihand ku hin nîşane derketine û tê de diyar dibe ku rêjîma Sûrî li bakur-rojavayê Sûriyê çekên kîmyewî bi kar anîne.

Têkildarî mijarêm çeteyên Hey’et Tehrîr El-Şam jî gotibû ku hêzên rêjîmê li herêma Kebanê ya bakurê Lazqiyê gaza Kilorê bi kar aniye.

Ji aliyê xwe ve, rêjîma Sûrî ev agahî red kir.

Çavkaniyeke leşkerî ji ajansa SANA yê re ew agahî derewand.

Ji xwe wezareta Karê Derve ya Emerîkayê rêjîma Sûrî hişyar kir û wiha got:

“Eger rêjîma Sûrî çekên kîmyewî bi kar bîne, wê Emerîka û alîgirên wê bi lezgînî û li gorî guncavbûnê bersivê bidin.”

Leave a Reply

Back to top button