Zêdan El Asî: Tirkiye û rejîma Sûriyê destekê didin DAIŞ’ê

Têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê û armancên wê, Zêdan El Asî Hevserokê Komîsyona Parastinê ya Rêveberiya Xweser nirxandin kir.
El Asî dibêje: “Armanca êrişa li Hesekê ew bû careke din terorîzma DAIŞ’ê were zindîkirin û ewlehiya herêmê were têkbirin.” 

Têkildarî êrişa şaneyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa, Zêdan El Asî Hevserokê Komîsyona Parastinê ya Rêveberiya Xweser ji ajansa Firatê re nirxandin kir.

Zêdan El Asî anî ziman ku dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker dest pê kir û rejîma Sûriyê xwe ji baregehên xwe vekişand, çeteyên DAIŞ’ê jî li Hesekê êriş pêk anîn.

El Asî dibêje:

“Armanca êrişa li Hesekê ev bû ku careke din terorîzma DAIŞ’ê were zindîkirin û ewlehiya herêmê were têkbirin.”

El Asî anî ziman ku hemû hêzên navxweyî û yên derve hewl didin ewlehiya herêmê tevlihev bikin, lê hêzên QSD’ê komploya wan a qirêj têk bir û ev got,

“Tişta ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro rastî wê tê, êrîşeke mezin a dijminatiya hêzên derve û navxweyî ye.

Hêzên ku terorîzm bi kar anîn da ku aramiya Rêveberiya Xweser têk bibin.

Armanca wan a sereke ew bû ku hêviyên gelê Sûriyeyê tevî winda bikin û ji bo ku projeya Rêveberiya Xweser bi ser nekeve.

Lê bi berxwedana hêzên leşkerî û ewlekarî û bi tevlîbûna şêniyên herêmê ev komplo hat şikandin.”

El Asî destnîşan kir ku piştî hêzên QSD’ê ev êrîşa plankirî têk birin, êdî dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku êrîşine hewayî û bejayî li dijî herêmê pêk bîn.

Dawiya nirxandina xwe Zêdan El Asî anî ziman “Rêveberiya Xweser bi hemû hêza xwe wê her dem vê xakê biparêze” û got:

“Rêveberiya Xweser û gelê Herêmê wê ji Sûriyeya pêşerojê re bibin stûnekî bingehîn.

Lê mixabin hin hêzên navxweyî û derve hewl didin ku terorîzmê ji nû ve zindî bikin û ewlehiya herêmê têk bibin.”

Back to top button