Şêniyên Qoser, Şemrex û Farqînê li dijî bûhabûna kehrebeyê daketina kolanan

Qeyrana aborî ya li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê her diçe kûr dibe. Di serî de li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê hêrsa gel ya ji ber bihabûna jiyanê jî zêde dibe, banga îstîfaya hikûmetê dikin. Li navçeya Qoserê ku gel li dijî bihabûna jiyanê meşiyabûn, polîsan îro bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin.

Qeyrana aborî ya li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ku ji ber polîtîkayên şer yên desthilata Faşîst Erdogan zêde bûye, her diçe kûr dibe.

Hikûmeta AKP-MHP’ê bi zêdekirina bacan û zemên nû fatûreya vê qeyranê ji gel derdixîne.

Di serî de li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gel bi protesyon bertek nîşanî hikûmeta Erdogan didin.

Beriya çend rojan bi hezaran xelkê Bazidê yê Agirî yê li dijî polîtîkayên aborî yên hikûmeta faşîst AKP’ê-MHP’ê daketibûn kolanan.

Gelê Bazidê bi sloganên hikûmet îstîfa, bertek nîşanî hikûmetê û Erdogan dan.

Herwiha doh bi hezaran xelkê navçeya Qoserê yê Şirnexê jî ji ber bihabûna jiyanê daketibûn qadan û hikûmet protesto kiribûn.

Polîsên Tirk li navçeya Qoserê bi ser malan de girt û gelek kes binçavkirin

Li navçeya Qeserê ku gel li dijî bihabûna jiyanê meşiyabûn, polîsan îro bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin.

Hat diyarkirin ku polîsan di serdegirtina malan de li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Qoserê yê berê Kadir Işik, dane û binçavkirine.

Malbata wî diyar kir ku polîsan Işik bi paş ve kelemçe kirine û di encama serê wî li erdî dane, difna wî şikestiye.

Hat hînbûn ku bi Işik re welatiyên bi navê Ozgur Ermîş û Çekdar Ermîş jî hatine binçavkirin.

Kesên hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Qoserê.

Li navçeyên Hezex û Qilabanê ên Şirnexê gel daket qadan

Piştî xelkên Bazîd û Qoserê, xelkê Hezexê û Qilebanê jî bi banga hikûmet îstîfa daketin qadan.

Çalakiya protestoyê ya xelkê Hezexê bi astengiya polîsan re rûbirû ma.

Lê belê tevî hemû astengî û dorpêça polîsan jî welatî meşiyan.

Welatiyan bertek nîşanî astengiya polîsan dan û gotin, “Covid-19 me nakuje, dewlet me dikuje.”

Li 30 navçeyên bajarê Îzmirê çalakî hatin lidarxistin

Li bajarên Tirkiyê jî ji bo heman armancê, li 30 navçeyên Îzmîrê çalakî hate li darxistin.

Çalakvanan bertek nîşanî hikûmetê dan û têkildarî mijarê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin zemên ku li ceryan, xaza xwezayî û sotemeniyê hatine kirin ewqas zêde ne ku kesek êdî pê nikare.

Herwiha bang li Erdogan hate kirin ku zemên di sala 2022’yan de hatine kirin, betal bikin.

Çalakvanan piştî daxuyaniyê jî fatûreyên zêde hatibûn, şewitandin.

Back to top button