Iraq..Di êrişa DAIŞ’ê de polîsek hate kuştin 4 jî birîndar bûn

Çeteyên DAIŞ’ê careke din li parêzgeha Diyala ya Iraqê êrişê hêzên Iraqê kirin û di encama êrişê de polîsek hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di van demên dawî de çeteyên DAIŞ’ê liv û tevgera xwe ya li Iraqê zêdetir kirine.

Li gorî medya Iraqê, duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê li nêzî seytereya navçeya Xerîra ya ser bi parêzgeha Diyalayê, komek polîsên iraqê xistiyê kemînê û êrişê wan kiriye.

Heman çavkaniyê ragihand ku di encama kemînê de polîsek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Her wiha hate gotin di nava polîsên birîndar de, rêveberê polîsan yê bajarokê Eybar ya ser bi Diyalayê jî heye.

Back to top button