Çeteyên dewleta Tirk 4 welatî ji gund û navçeyên Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 welatî ji gundê Şadirê û navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê revandin.

Li gorî nûçeyên ANHA’yê ku ji destpêka mehê ve polîsên leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji gundê Şadirê yê navçeya Şêrewayê 3 welatî û welatiyek ji navçeya Cindirêsê revandin.

Kesên ku hatin revandin navê wan wihaye, Kemal Hebîb, Edîb Şeref, Ehmed Hebîb û Muhyedîn Koçer e.

Li gorî heman nûçeyê çeteyan ew welatî kirine girtîgeha li gundê Îska û heta niha çaranûsa wan nayê zanîn.

Back to top button