‘Lidarxistina kongrê bersiva êrişên derve û hundir bû’

Hevserokiya Tev-Dem’ê Rûken Ehmed û Xerîb Hiso bûne mêvanê televizyona me û der barê girîngiya lidarxistina kongreyê, biryar û plansaziya kongreyê de axivîn. Hevserokatiya TEV-DEM’ê diyarr kir rizgarkirina herêmên dagirkirî û meşandina xebatên tevgerê li giştî Sûûriyê ji armancê wan ên serek ne.

Di 5’ê sibatê de, kongreya 4. a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi silogan “bi çanda demokratîk saziyên demokratîk tê avakirin” li bajarê Rimêlanê bi amadebûna 400 delegeyê, hat lidarxistin.

Di kongreyê de Rûken Ehmed û Xerîb Hiso weke hevserên TEV-DEM’ê hatin hilbijartin.

Hevserokên nû yên TEV-DEM’ê Rûken Ehmed û Xerîb Hiso bûn mêvanê televizyona me û derbarê kongrê, biryarên hatine girtin û plansaziya tevgerê axivîn.

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed detpêkê bal kişand li ser girngiya lidarxistina kongreyê di vê demê de û weke bersiva hemû êrişên li dijî herêmê bi nav kir û got,

“Bi hêza gel em dikarin di hemû şert û mercan de bêne cem hev û kongreyên xwe li dar bixin.”

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî bal kişand ser xebatên tevgerê û got wan di nava 3 sal û nîvan de 27 sazî, dezgeh û komele ava kirin.

Derbarê çanda demokratîk ku weke slogana kongreyê hatibûn diyarkirin, Rûken Ehmed anî ziman ku rola saziyên TEV-DEM’ê di avakirina çanda demokratîk di nava civakê û parastina wê de nirxand û behsa biryar û plansaizya kongreyê kir

Hevserokên TEV-DEM’ê: Rizgarkirina herêmên dagirkirî ji armancên me yên sereke ye

Xerîb Hiso behsa zêdekirina endamên meclisa giştî ya tevgerê, berfirehkirina xebatên TEV-DEM’ê û rêxistina beşên civakê kir û wiha got:

Rûken Ehmed bal kişand li ser girîngiya şerê gelê şoreşgerî ku di plansaziya kongreyê de cihê xwe girtibû

Hevserokên TEV-DEM’ê: Em ê xebatên xwe li tevahiya Sûriyê bidin meşandin

TEV-DEM’ê di plansaziya xwe de armanc kir ku xebatên xwe di demên pêş de li ser asta giştî Sûriyê de bidin meşandin.

Xerîb Hiso di vê derbarê de diyar kir ku desthilatdariya Şamê ji çanda demokratîk a li herêmê tengav e û wê rê nede ev çand derbasî herêmên wan bibin.

Back to top button