Di rewşa êrişê de cezayên li pêşiya Moskow çi ne?

Di nava krîza Ûkrayna û Rûsya de, yek ji mijara herî zêde welatên Ewropa dide fikirandin, kaxeza gaza xwezayî ya di destê Moskow de ye. Ji ber ku Ewropa bi gaza xwezayî ya ji Moskow tê, xwe germ dike. Bi derketina krîza navbera Kîev û Moskow, bihayê gazê zêde bûye û Ewropî ji niha de berdêla vê didin. DYA jî hewil dide, ji bo germkirina Ewropa rêbazekê bibîne.

Rûsya ji sê parên pêwîstiya gaza xwezayî ya welatên Ewropayê pêk tîne.

Rastiya ku stokên gaza xwezayî ya Ewropayê têrê nake û îhtîmala ku gaza xwezayî ya şilkirî an jî LGN ya ku DYA soz daye ku dê bide, têra her kesî neke.

Ev yek jî dihêle ku welatên Ewropî bifikirin.

Binrixbûna gaza xwezayî li Ewropa, fatureya ji bo kargeh û welatiyan girantir tê.

Rûsya wê Gaza xwezayî li ser Ewropa qut bike?

Bi van metirsiyan re, egeriya derketina şerekî navbera Ûkrayna-Rûsya û qutkirina gaza li ser Ewropa heye.

Lê ev egerî zêde nayê bawerkirin.

Lê qutkirina xeta boriya gaza xwezayî bi tevahî ne mumkin xuya dike.

Ji ber helwestek wiha wê bandorên wêranker ji bo her du aliyan jî hebe.

Karbidestên Rûsî heta niha tevî hemû gefa welatên rojavayî jî qet qala qutkirina gaza xwezayî nekiriye.

Moskow dahateke girîng ji hinartina enerjiyê peyda dike û Ewropa di vî warî de ji bo Rûsyayê çavkaniyeke girîng a dahatê ye.

Ewropaya ku di warê enerjiyê de bi Rûsyayê ve girêdayî ye, wê nexwaze gaveke ku enerjiya Rûsyayê dike hedef biavêje.

Li gorî pisporan îhtimaleke mezin heye ku Rûsya herikîna gazê bi lûleyên di ser Ûkraynayê re rawestîne.

Rûsya par 175 milyar metrekup gaza xwezayî şand Ewropayê.

Ji çaran yekê vê bi xetên xwe yên di ser Ûkraynayê re derbasî Ewropa kir.

Li gorî pisporan, eger Almanya boriya nû ya Nord Stream 2 erê bike, dibe ku Rûsya pêşniyar bike ku kêmbûna gazê, bi boriya nû çareser bike.

Li Amerîkayê, rêveberiya Joe Biden di hevdîtinên xwe yên bi peydakirina gazê yên li çaraliyê cîhanê re, îhtîmala anîna gaza xwezayî ya Ewropayê dinirxîne.

Bi vê armancê, Biden di vê mijarê de bi rayedarên Bakurê Afrîka, Rojhilata Navîn, Asya û DYA re xebatên xwe didomîne.

Ji ber ku DYA bal kişand ser hinardekirina LNG, bihayên bazara navxweyî jî zêde bûn.

Ji sedî 10’ê gaza ku li Amerîkayê tê hilberandin par hat firotin.

Di meha Çileyê de bi pêla sermayê ya li DYAyê re bihayê elektirîkê ji sedî 30 zêde bû.

Back to top button