ji ber bahoza batsirai li Madagaskarê herî kêm 10 kes mirin

Bahoza Batsirai ya li Madagaskarê bû sedem ku herî kêm 10 kes bimire, bi dehan kes jî birîndar bibin. Zêdeyî 50 hezar kes neçar man cih û warên xwe biterikînin.

Batsirai ku bahozeke tropîkal e, bandoreke giran li Madagaskarê kir ku yek ji welatên herî xizan ên cîhanê ye.

Li gorû Buroya Rêveberiya Neteweyî ya Rîsk û Felaketan, herî kêm 10 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Derdora 48 hezar kes neçar man ku cih û warê xwe biterikînin.

Tê payin ku bîlanço girantir bibe.

Ji ber bahozê lehî rabû, gelek avahî xera bûn û dar ji kokê ve rabûn.

Bahozê êvara Şemiyê xwe gihand qada bejahî.

Meha Çileyê jî bahoza tropîkal Ana bûbû sedema mirina derdora 60 kesî.

Ji ber vê bahozê li Malawî, Mozambîk û Zîmbabweyê bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Bernameya Xurekê ya Cîhanê fikaran dike ku li Madagaskarê ‘krîzeke giran a mirovî’ rû bide.

Back to top button