Ji bo hilbijartina serokomariyê parlamentoya Iraqê nekarî bicive

4 meh di ser hilbijartinên giştî yên Iraqê re derbas bû. Lê heta niha serokomar nehatiye hilbijartin. Îro careke din ji ber nakokiya namzetên serokomariyê, parlamento nekarî bicive.

Tevî hemû bangên ji bo destpêkirina civîna parlamentoya Iraqê, lê tenê 58 parlamenter ketin avahiya civînê.

Ji bo vê jî hejmara tê xwestin temam nebû û parlamento nekarî bicive.

Parlamenterê Fraksiyona Komeleya Dadgerî Soran Umer derbarê destpênekirina civîna parlamentoya Iraqê de, peyamek belavkir.

Soran Umer ragihand ku îro ji 329 parlamenteran tenê 58 parlamenter li avahiya civînê amadebûn.

Duh Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê bernameya civîna îro ya parlamentoyê jî eşkere kiribû.

Li gorî daxuyaniyê, wê îro civîn bi xwendina Qurana Pîroz destpê bikira û piştre hejmarek parlamenter sonda destûrî bixin.

Li gorî heman daxuyaniyê, wê mijara sêyem a civînê jî hilbijartina Serokomarê Iraqê ba.

Di 5’ê Sibatê de Koma Sedir a li parlementoya Iraqê ragihand ku ewê roja 7’ê Sibatê runiştina parlementoyê ya ji bo hilbijartina serokomariyê boykot bikin û hemû danûstandinên li gel aliyan ên ji bo avakirina hikûmeta nû rawestînin.

Ofîsa ragehandina fraksiyona PDK’ê jî duh êvarî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew jî tevlî civînê nabin.

Serokomarî ku wezîfeya xwe bi giranî sembolîk e, bi rengekî kevneşop ji Kurdan re tê dayin.

Lê PDK û YNK’ê namzetên cuda diyar kirin.

PDK’ê Wezîrê Karên Derve yê berê Hoşyar Zebarî, YNK’ê jî Serokomarê heyî Berhem Salih kir namzetê xwe.

Têkildarî namzetê PDK’ê sûcdariyên nelirêtiyê hene û ji ber vê yekê tevgera Sadr piştgiriya xwe ji Zebarî vekişand.

Dadgeha Bilind a Iraqê jî diyar kir ku Zebarî şert û mercên pêwîst bi cih neaniye, bi taybetî jî bi bîr xist ku sala 2016’an ji ber sûcdariya nelirêtiyê ji wezîfeyê hatiye girtin.

Eger hilbijartinên Serokomariyê karibe bê kirin, Serokomarê nû divê di nava 15 rojan de, partiyek ji bo avakirina hikumetê diyarkiriban.

Wezîfeya Serokwezîrtiyê jî bi giranî ji Şîa re tê dayin.

Kesê ku ji bo vê wezîfeyê bê diyarkirin jî di nava mehekê de divê hikumetê ava bike.

Tê payin ku ev pêvajo bi zor û zehmetî derbas bibe.

Hin analîst dibêjin ku Sadr hewl dide hevrikên xwe lawaz bike.

Back to top button