Dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê didomîne. Dewleta Tirk a dagirker di saetên piştî nîvro de bê navber gundên navçeyên Zirgan, Dirbêsiyê, Eyn Îsa û Şera topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya sereke ya di navbera navçeya Dirbêsiyê û bajarokê Kesre yê Zirganê topbaran kir.
Gundên Çetelê, Bîr Kinêsê, Girbeşkê û xeta Esediyê yên Dirbesiyê hatin topbarankirin.
Her wiha gundên Dade Ebdal, El-Bûbî û Til Ziyab ên Zirganê bûn armanca êrişan.
Li Eyn Îsayê jî dewleta Tirk gundê Meleq û rêya navneteweyî û Kampa Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin
Her wiha gundên Meryemînê, Anabkê, Malikiye û Şiwarxe yên navçeya Şera ya Efrînê bi dijwarî dan ber topan.