PUTIN, MERKEL Û MACRON PÊŞKETINÊN DAWÎ LI I DLIBÊ GIFTÛGO KIRIN

Rojeva Idlibê germ e, li aliyekî şer û li aliyekî din jî seferberiyeke diplomasî ye. Di vê der barê de, serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê pêşketinên dawî yên li Idlibê bi Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel re goftûgo kir.

Ji bilî Merkel, Putin bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re heman mijar gotûbêj kir.

Serokên van dewletan careke din li ser girîngiya avakirina komîteya destûrî û biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 teqez kirin.

Her wiha serokên her sê dewletan bal kişandin ser encamên civîna çar alî ya Cotmeha 2018’an li Stenbolê hatibû lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button