Ciwanên Til Temirê bi meşekê komploya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û da zanîn ku ew ê li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan heta azadiya wî ya fîzîkî berdewam bikin.
Ciwanên Til Temirê ya Kantona Hesekê li pêş navenda ciwanan kom bûn û dest bi meşê kirin.
Meşa ciwanên ji pêş navenda ciwanan dest pê kir û li tevahî kolanên bajêr geriyan û bê navber diruşmeyên şermezarkirina komploya li dijî rêber Ocalan berz kirin.
Her wiha ciwanan bang azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.
Meş li çerxeriya Kehrebê rawestî û li wir agir pêxistin.
Li ser navê Tevgerê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Temirê Ebdul Wehab Teyo û Ebod El-Raxib axivîn û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kirin û gotin:
Ji bo gelê Kurd û tevahî gelên bindest ev rojên reş in.
Ciwanan da zanîn ku wê ciwan têkoşîna xwe heta azadiya fîzîkî ya Ocalan berdewam bikin û li ser fikir û felsefeya wî bimeşin.