Şêniyên Girê Spî şehîd Dirxam oxir kir

Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî şehîd Dirxam li goristana şehîdan a li mezreya hikumî ya Reqayê oxir kir.

Şehîd Hisên El-Ebid bi nasnav Dirxam ku ji gundê Meboca yê Eyn Îsa ye.

Di bersivdana êrişên dewleta Tirk a li ser gundewarê rojavayê Girê Spî yê nêzî gundê Curn de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Eyn Îsa û Girê Spî , Reqa û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqa beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî Wehîd El-Ebdullah axivî û got: şervanên QSD’ê di oxira ev gel azad û birûmet bijîn û cîhanê ji terora DAIŞ’ê biparêzin canê xwe feda kirin.

El-Ebdullah berxwedana ku QSD’ê li hember êrişan daye pîroz kir û da zanîn ku gel li kêleka QSD’ê li hember êrişan disekinin.

Serokê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef soz da ku ew ê rêça şehîdan heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî bişopînin û heta nefesa dawî parastinê bikin ku sûrî bi ewle û birûmet bijîn.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button