
Amerîka dîrokeke dawî ji bo betalkirina pergala S-400 dide Enqereyê.
Xuya ye dewleta Tirk jî ji ya xwe danekeve.
Çavkaniyên diplomatîk ji Wezareta Derve ya Amrîkayê ragihand ku Amerîka 2 hefte dane Tirkiye da ji kirîna pergala fûzeyên S-400 ya Rûsî bi paş de vegere.
Li gorî çavkaniyan, divê hefteya yekem ji meha Hezîranê lihevkirina Tirkiyê bi Moskoyê re weke dem dawî bibe.
Çavkaniyê got:
Dewletên NATOyê çekên leşkerî yên bi pergalên NATOyê re diguncin dixwazin.
Lê pergalên Rûsî ne li gorî van pîvan in.
Eger Tirkiye S-400 bi dest xist, wê rastî encamên neyînî û rastîn were.
Yek ji van encaman:
Derxistina Trikiye ji bernemaya kirîna balafirên F-35 û wê heqê 100 balafiran jî bide.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar der barê vê yekê de axivî û ev tişt anî zimên:
Tevî hemû amadekariyên me ji bo wergirtina van fûzeyan, heta niha Amerîka helwesteke rastîn nîşan nedaye, tenê axaftinan dike.
Roja Înê jî serokê dewleta Tirk Erdogan teqez kir ew ê tevî zextên Amerîkayê S-400 bikirin.