Dagirkeran Gundên Zirgan, Êyn Îsa, Dirbêsiyê û Şera, Şehbayê topbaran kirin

Duh jî dewleta Tirk gundên Zirgan, Dirbêsiyê, Eyn Îsa, Şera û Şehbayê topbaran kirin.
Gundiyên navçeyên borî, hemwextî hev hatin armancgirtin. Weke her tim ziyan li mal û milkên sivîlan bû. Nûçegihanê me dîmenên topbarana li ser gundekî Zirganê kişand. 

Duh jî mîna her rojê, li ser piraniya deverên herêmê êriş hebûn.

Hemwext gundên Şehba, Şera, Eyn Îsa, Zirgan û Dirbêsiyê hatin topbarankirin.

Gundên Samoqa û Um El-Hoş ên Şehbayê şevê din dereng, hatin armancgirtin.

Tevî van, gundên Meryemîn, Anabkê, Malikiye û Şewarxe yên navçeya Şerayê jî rastî êrişan hatin.

Ev gundên navborî bi dijwarî hatin topbarankirin.

Eyn Îsa û gundên wê jî mîna her rojê bûn armanca êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên dagirker.

Rêya M4 û Kampa Eyn Îsayê bi dijwarî hatin topbarankirin.

Gundên Dirbêsiyê jî mîna gundên navborî bûn armanc.

Ev gund jî, Çetelê, Bîr Kinêsê, Girbeşkê û xeta Esediyê bûn.

Tevî van gundan, dagirkeran rêya sereke ya di navbera navçeya Dirbêsiyê û bajarokê Kesre yê Zirganê jî de topbaran kir.

Heman êriş ji aliyê heman dagirkeran ve li ser gundên Zirganê jî hebûn.

Gundên Dade Ebdal, El-Bûbî û Til Ziyab bûn armanca êrişan.

Nûçegihanê me di dema van êrişan de berê xwe da wan gundan û rewşa wan ji nêz ve şopand.

Ji wan gundê Til Ziyab bû ku rastî topbaraneke dijwar hat.

dîmen di gruba agahiyan de ye 20 saniyan tenê bidin

Herêm rojane û li pêş çavên hêzên garantor ên li herêmê tê topbarankirin.

Ev hêz ne êrişan radiwestînin û ne jî helwestekê li hemberî binpêkirinên dewleta Tirkiyê nîşan didin.

Ji ber wê, sivîl û mal û milkên wan zirereke mezin dibînin

Back to top button