“Eger bi tecrîdê li bendê ne têkoşînê lawaz bikin, ev bendewariyeke vala ye”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî mijarên di rojevê de ji televiziyona Med Haber re nirxandin kir.
Kalkan anî ziman yên li dijî DAÎŞ’ê ne divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê jî bin ji ber ji aliyê zîhniyet, çalakî û jiyanê ve hevalbendê DAÎŞ’ê ye.
Kalkan got jî: Dewleta Tirk bi êrişan û bi istixbarata PDK’ê re pêşengên gel dikuje û dixwaze gel bitirsîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû û geşedanên dawî û mijarên di rojevê de nirxandin.

Dûran Kalkan destpêka nirxandina xwe berxwedana Rêber Apo silav kir û wiha behsa tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê kir:

“Sîstema tecrîda girankirî dewam dike.

Kes dengê xwe jî nake.

Kes nabêje; di vir de bêhiqûqî heye, edalet pêk nayê

Tecrîda li Îmraliyê nîşan dide ku komploya navneteweyî çi ye, êrişa li ser Rêber Apo çawa êrişeke cîhanî ye.

Kalkan destnîşan kir eger bi rêya tecrîdê li bendê ne ku wê karibin têkoşîna li dijî sîstema tecrîd û lawaz bikin, ev yek bendewariyeke vala ye, ti bandora xwe nîne.

Dûran Kalkan: 23 sal in li dijî êşkenceya li Îmraliyê têkoşîneke mezin tê meşandin

Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de salvegera 23’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi bîr xist û got,

“Gelê me ji vê rojê re got ‘Roja reş’. Rêber Apo got ‘Qirkirina Kurdan’.

Bêyî 9’ê Cotmehê, komploya 15’ê Sibatê nikare bê pênasekirin.

23 sal in li dijî vê sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê têkoşîneke mezin tê meşandin.

Dûran Kalkan: Yên li dijî DAIŞ’ê ne, divê li dijî AKP-MHP’ê jî bin

Dûran Kalkan têkildarî têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê jî nirxandin kir, 121 şehîdên li Hesekê bi bîr anîn û wiha got:

Hin hêz hene ku divê têkildarî DAIŞ’ê tiştekî şênber destnîşan bikin. Divê bi vî rengî nemîne.

Êrişa li ser Hesekê êrişeke ji rêzê ya li ser girtîgehekê nebû.

Êrişa ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser û dagirkirina wê derê bû.

Li pişt wê hêzên mezin hene. Xwe baş amade kiribûn.

Yê ku piştgiriyê dide van hemûyan hikumeta AKP-MHP’ê, dewleta Tirk e.

Dûran Kalkan tekez kir heger rastî jî hin alî li dijî DAIŞ’ê ne divê li dijî hevalbendên wê yên xwedî heman zihniyetê bin, mîna Faşîzma AKP- MHP’ê.

Dûran Kalkan: Dewleta Tirk ji bo hilanîna tola DAIŞ’ê êriş dike

Têkildarî têkiliya Tirkiyê û pişgiriya wê ya yekser bi çeteyên DAIŞ’ê re jî Dûran Kalkan ev got:

DAIŞ li Hesekê têk çû, dewleta Tirk êrişî Şengal û Mexmûrê kir.

Eger DAÎŞ bi ser keta, dewleta Tirk jî wê bi ser keta.

Ji ber ku nebû, êriş kir. Tolê ji yên ku DAIŞ têk birin, hiltîne.

Dûran Kalkan di nirxandina xwe de bal kişand li ser siyaset û rola PDK’ê ya di vî alî de û wiha anî ziman:

Li ku derê êriş li dijî Kurdan bê kirin, tu dibîne ku rêveberên PDK’ê li wir xuya dikin.

Gelo Nêçirvan Barzanî qet ji Kurdîtiyê tiştek negirtiye, fêhm nekiriye?

Qet nizane ku ev gel wê hesab jê bipirse?

Gelo Kurd ewqasî bêqîmet in?

Dûran Kalkan: Ti êrişan nekariye vîna gel bişikîne, li ber xwe da û wê bide

Dûran kalkan anî ziman ku Dewleta Tirk dixwaze bi rêya van êrişan, bi istixbarata PDK’ê cih û kesan tespît bike, wan bikuje û gel bitirsîne.

Dawiya nirxandina xwe Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got:

Êrişên bi vî rengî bi dehan caran hatin kirin.

Ti ji êrişan nekarî îradeya vî gelî bişikîne. Ev gel li ber xwe da, wê li ber xwe bide.”

Back to top button