DEWLETA TIRK SOZ DIDE ÇETEYÊN LI IDLIBÊ KU TEMENÊ ”HERÊMA BÊÇEK” DIRÊJTIR BIKE

Ji bo dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe yên li Idlibê biparêze, çi ji destê wê tê dike. Rojnameya El-Weten ragihand ku ji bo dewleta Tirk temenê şerê Idlibê dirêjtir bike, bi çeteyên li Idlibê re li dergeha Atmê civiyaye. Li gorî rojnameyê, mijara civînê ya sereke dirêjkirina agirbesta bibinketî ya Herêma Bêçek bû. 

Dewleta Tirk a dagirker hewildanên xwe yên dirêjkirina agirbestiya li Idlibê ya Herêmên Bêçeke, ku heta niha jî tersî navê xwe ye dewam dike.

Armanca dagirkeriya Tirkiyê ji vê yekê jî parastina çeteyên xwe yên ku niha ber bi tunebûnê ve diçin.

Rojnameya El-Weten ragihand ku dewleta Tirk a dagirker soz daye çeteyên xwe yên li Idlibê ku dê agirbestiya ragihandî, dirêjtir bike.

Rojnameya diyar kir ku li ser sînorê Sûrî-Tirkiyê û li dergeha Atmayê îstxbaratên Tirkiyê bi çeteyên Heit Tehrîr Şam, Cêş Iza û Feyleq Şam re civiya.

Mijarê civînê jî çawaniya dirêjkirina agirbestiya Idlibê, da ku Tirkiyê karîbe bi rêya vê agirbestê piştgiriya xwe ji çeteyan re zêdetir bike.

Li gorî rojnameyê dagirkeriya Tirk soz daye çeteyan ku temenê agirbestê dirêjtir bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku beriya niha jî îstxbaratên Tirkiyê bi heman armancê bi çeteyan re li dergeha Bab El-Hewa du caran civiya.

Leave a Reply

Back to top button