Mihemed Zayid: Armanca Êrişê têkbirina projeya rêveberiya xweser bû

Siyasetmedar û rûspiyên Dêra Zorê têkildarî pêngava Gurzê Gelan û serkeftina QSD’ê axivîn.
Di axaftinên wan de hat gotin:
” Şervanên Pêngava Gurzê Gelan di oxira têkbirina DAIŞ`ê de berdêlên giran dan.”
Bang li NY jî hat kirin ku zextê li welatan bikin da hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin.

Piştî berxwedana QSD’ê û hêzên Ewlekariya Hundirîn a çend rojan, careke din çeteyên DAIŞ’ê têk çûn.

Vê carê jî di pêngava Gurzê gelan de û li Hesekê.

Serkeftina QSD’ê ya vê carê jî, gelê herêmê tevî kêfxweş kir û hişt ku girêdana wan a bi QSD’ê re xurtir bibe.

Taybet siyasetmedar, serokeşîr û rûspiyên herêmê yên ereb.

Hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojhilatê Dêra Zorê Mihemed Zayîd yek ji wan e.

Li ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê û serkeftina QSD’ê Mihemed Zayîd ji ajansa Hewarê re nirxandin kir.

Mihemed diyar kir ku armanca êrişê têkbirina Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk bû.

Mihemed Zayîd got :

“Divê hemû cîhan bizane ku projeya me, projeyeke demokratîk e û ji bo tevahiya gelan e.

Em ê li dijî êrişên ku ewlehiya me dikin armanc, bisekinin.

QSD`ê careke din isbat kir ku ew ji hemû êrişên li dijî vîna gelê azad û projeya demokratîk, xurttir e.”

Hevserokê Gerînendeya Çandiniyê ya Hecînê Cindî Tame jî li ser heman mijarê axivî.

Cindî Tame îşaret bi berdêlên şervanên QSD’ê kir û got :

“Bi saya wan, girtîgeha Sînaa hat kontrolkirin.”

Hewas Casim: Em bi rêveberiya xweser û QSD’ê re ne

Rûspiyê eşîra Igêdat û nûnerê rûspiyên bajarokê Baxozê Hewas Casim jî tekez kir ew bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ne.

Casim îşaret bi serkeftina QSD`ê ya li Hesekê kir û wiha got:

“Ev serkeftin îsbat dike ku Rêveberiya Xweser dikare li dijî hemû cureyên terorê, parastina gel bike.”

Rûspiyê eşîra Igêdat Hewas Casim dawiyê bang li NY kir ku zextê li welatan bikin ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin û wan darizînin.

Back to top button