Felah Salih: Derxistina PKK’ê ji lîsteyê erkekî mirovî û exlaqî ye

Kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê her diçe mezin dibe.Çavdêrê siyasî Felah Salih diyar kir ku divê welatên Ewropayê dawî li nêzîkatiya xwe ya durû bîne, PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin. Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Hewremanî jî piştgirî da kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê û got, PKK ji bo mafên rewa yên gelê Kurd têdikoşe.

Piştgiriya ji bo kampanyaya derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ zêdetir dibe, gelek kesayetên navdar û pispor li tevayî welatên Cîhanê piştgiriya xwe ji bo kampanyayê radighînin.

Derbarê mijarê de siyasetmedar Felah Salih diyar kir ku tevgera PKK’ê ji roja ku hatiye avakirin heya niha ji bo parastina mafê mirov û xwezayê kiriye.

Felah Salih da zanîn ku gel û PKK’ê bi hev ve girêdayî ne û got: “PKK bûye tevgereke Cîhanî, divê li gorî vê nêzîkatî bê nîşandan.

Eger em têkoşîna PKK’ê û nêzîkatiya dewleta Tirk bînin beramber hev, em ê bibînin bê ka kîjan teror e.

Dewleta Tirk teroreke dewletî li ser gelê Kurd dike, Lê PKK li dijî terorê ye.”

Salih destnîşan kir ku divê dewleta Tirk li gel PKK’ê ser maseya diyalogê rûne, ji ber ku PKK’ê nûnerê gelê Kurd e û wiha dewam kir,

“Eger PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin û aştî pêk were, mafê gelê Kurd bê dayîn dê aramî û demokrasî li Tirkiyê jî pêk were.”

Di dawiyê de siyasetmedar Felah Salih wiha got: “Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê erkê her kesî ye, erkekî mirovî û exlaqî ye, ji ber ku derxistiba PKK’ê ji vê lîsteyê di berjewendiyê hemû gelên herêmê de ye.”

Ibrahîm Hewremanî: PKK hêzeke azadîxwaze û ji bo mafê rewa yê Kurdan têdikoşe

Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî piştgiriya ji bo kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê mezin dibe.

Nivîskar Ibrahîm Hewremanî jî piştgiriya xwe ji kampanyê re nîşanda û diyar ku PKK hêzek aştîxwaze, nîştimanperwere û ji bo mafên rewa yên gelê Kurd têdikoşe.

Îbrahîm Hewremanî xistina PKK’ê nava lîsta terorê şermezar kir û wiha got: “Divê PKK’ê di demeke zû de ji vê lîsteyê bê derxistin û navê terorê li vê hêza azadîxwaz û şoreşger neyê kirin û divê her kes piştgiriyê bide kampanyayê.”

Back to top button