Biden: DYA û Almanya wê bihevre kar bikin

Li Koşka Spî ya DYA jî civîneke berfireh navbera rêveberiya DYA û Almanyayê de hate lidarxistin. Biden careke din Rûsya hişyar kir û got: Ger Rûsya dest bi êrişa dagirkirina Ûkrayna bike, NATO wê amade be. Serokwezîrê Almanya Scholz jî got, Di rewşa êrişê de, cezayên ku heta niha Rûsya nedîtî wê werin sepandin.

Li Waşîngtonê jî bi mijara krîza Ûkrayna-Rûsya civîna lîderan hebû.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz piştî hevdîtina li Koşka Spî civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Rojeva sereke ya civînê zêdebûna aloziya di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bû.

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku hevpeymanan bi yekitiyê tevdigerin û teqezî li ser wê yekê kirin ku Almanya û DYA ji bo çareserkirina krîzê hevkariyê dikin.

Joe Biden ku dest bi civina çapemeniye kir got, Me îro bi Almanyayê ra li ser hevkariya nêz gotûbêj kir. Almanya yek ji hevkarên me yên herî pêbawer e. Em ê bi hev re tevbigerin, bibin yek û em ê hemû gavan bi hev ra bavêjin.”

Biden Rûsya hişyar kir: Ger Rûsya dagir bike, NATO amade ye destwerdanê bike

Biden diyar kir ku ger Rûsya êrîşî Ûkraynayê bike, NATO amade ye ku gav bavêje û ev tişt anî ziman: “Me bi awayekî eşkere diyar kir ku em amade ne ku bi dil û can danûstandinên bi Rûsyayê re bidomînin. Lê ger Rûsya biryara dagirkirina Ûkraynayê bide, NATO jî amade ye.”

Biden Rûsya hişyar kir: Di rewşa êrişê de em soza rawestandina “Nord Stream 2” didin

Biden soza rawestandina gaza xwezayî ya Nord Stream 2 ku ji Rûsya bo Ewropa tê da û wiha domand:

“Eger Rûsya êrîş bike, wê demê êdî Nord Stream 2 namîne. Em ê dawî li vê yekê bînin. Ez soz didim we, em ê bikin.”

Scholz: Em di berdêlên giran yên Rûsya bide de lihev kir

Serokwezîrê Almanya Scholz jî got,

“Em di rewşeke pir dijwar de ne. Li ser Ûkraynayê metirsiyeke leşkerî heye û em nikarin li hember vê yekê bêdeng bimînin. Em hejmareke zêde leşkeran li ser sînorê Ûkraynayê dibînin, ev yek ji bo ewlekariya Ewropayê metirsiyeke cidî ye. Ji ber vê yekê girîng e ku em bi hev re tevbigerin û li ber xwe bidin.”

Sczholz, diyar kir ku ew bi Biden re di derbarê cezayna de li hev kirine û ev tişt anî ziman:

“Ez bi Serokdewlet Putin re, gelekî zelal bûm. Em ê cezayên herî giran ên aboriyê yên ku heta niha nehatine sepandin pêk bînin.”

Back to top button