Putin: Ger Ûkrayna beşdarî NATO bibe wê şer derbikeve

Beriya êrişek li dijî Ûkrayna pêk were, Serokomarê Fransa li Moskowê bû. Di navbera Macron û Putin de civînek dirêj bêk hat. Putin ji bo Macron peyama li ser Kirimê da û got: Ger Ûkrayna bikeve NATO, wê di navbera Rûsya û NATO de şer derbikeve. Macron jî got: “Çareseriya pirsgirêka Ûkraynayê tenê dikare siyasî be û bingeha vê çareseriyê jî Peymanên Mînskê ye.”

Serokdewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Kremlînê civiyan.

Piştî civîna ku doh bêtirî 5 saetan dewam kir, her du serok di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivîn.

Vladimir Putin diyar kir ku hevdîtin bi wate û sûdewar bû û got; Ew û Macron li ser mijara garantiyên ewlehiyê yên ku Rûsyayê pêşkêşî DYA û NATO yê dike, nêrînên xwe gihandine hev.

NATO hewil dide dersê bide Rûsya

Putin bal kişand ser wê yekê ku NATO binesaziya xwe ya leşkerî nêzî sînorên Rûsyayê dike û got: NATO û welatên endamên wê “hewl didin dersê bidin”.

Serokdewleta Rûsyayê anî ziman ku Rûsya ne ber bi NATO’yê ve diçe, lê NATO ber bi Rûsyayê ve tê û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê yekê ne maqûl e ku mirov bibêje ku welatê wî bi awayekî êrîşkar tevdigere. Eger Ûkrayna beşdarî NATOyê bibe, wê di navbera Rûsya û NATOyê de şer derkeve.”

Vladimir Putin bal kişand ku rêveberiya Kîevê ya niha di wê baweriyê de ye ku ji bo betalkirina peymanên Mînskê rêyekê dişopîne û destnîşan kir ku ji bilî van peymanan tu alternatîfek din tune.

Putin diyar kir ku ji bo gavên li ser Ûkraynayê bên avêtin gelek fikrên Macron erênî ne.

Macron: Divê Rûsya û Ewropa bi hevre îradeya avakirina sîstemeke ewlehiyê nîşan bidin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, diyar kir ku divê Rûsya û Ewropa li ser garantiya ewlehiyê bi hev re bixebitin û got, Ji bo avakirina îstiqrarê li ser garantî û ewlehiya nîzameke li Ewropa divê em bi hev re vîna xwe nîşan bidin. Divê ev yek li ser bingehê ku me bi hev re weke dewletên serwer ava kiriye, pêk were.”

Macron: Mijara Ûkrayna tenê bi siyasî dikare çareser bibe

Emmanuel Macron bal kişand ku peymanên Mînskê wê di çareserkirina krîza Ûkraynayê de bibe sedema pêşketinê û got, Ew ê ji Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelensky re jî bibêjin, “Çareseriya pirsgirêka Ûkraynayê tenê dikare siyasî be û bingeha vê çareseriyê jî Peymanên Mînskê ye.”

Macron anî ziman ku ji gotinên Serokomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko ku gotibû ew dikare çekên nukleerî li welêt bi cih bike û li ser guhertina destûra bingehîn a vî welatî, aciz bûye, lê Pûtîn di vê mijarê de ew aram kir.

Back to top button