Madagaskar..Piştî bahoza Batsirai niha jî krîza mirovî derketiye

Beriya niha bahoza Batsîraîyê li Madagaskarê dabû û ji ber bahozê 21 kes miribûn. Li welat erdên birincê (medreb) tarûmar bûn û ji ber vê krîzeke mirovî heye.

Li Madagaskarê ya ku li Okyanûsa Hîndê giraveke mezin e, beriya niha bahoza Batsîraîyê lê dabû.

Ji ber bahozê welat tarûmar bû.

Li gorî rayedaran 21 kes mirine.

Bahozê bandor li 70 hezar kesan kiriye û ev kes neçar mane dev ji malên xwe berdin.

Bahoz di 5 û 6’ê Sibatê li welat da.

Bahozê li qadeke bi qasî 150 kîlometre bandor kir.

Ji ber bahozê çem rabûn û erdên birincê (medreb) jî tarûmar bûn.

Ji ber vê mexdûriyeta bahozê, li başûrê welat pirsgirêka birçîbûnê jî derket holê.

Rêya ku ji bakurê welat diçû başûr jî hatiye girtin û ev jî dibe sedem ku xwarin bi dest nekeve.

Li gorî saziyên civakî yên sivîl wê krîzeke mirovî pêk were.

Di meha Çileyê de jî bahoza tropîkal a bi Ana bûbû sedema mirina 60 kesan.

Vê bahozê li Malawî, Mozambîk û Zîmbabweyê dabû û bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Back to top button