Parlamenterê HDP’ê Nusrettîn Maçîn: Ev hevdîtin kêmasiyeke mezin e

Parlamenterê HDP’ê Nusrettîn Maçîn diyar kir ku serdana Barzanî ya Tirkiyê û hevdîtina li gel Erdogan, nayê qebûlkirin. Çalakvanê siyasî û rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir jî dibêje: “Serdana Nêçîrvan Barzanî perçeyek ji plana qirkirina kurdan e.”

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê de serdana Erdogan kir.

Li dijî serdana wî ya di vê demê de jî, bertek û nerazîbûn tên nîşandan.

Taybet heta niha derbarê naveroka vê serdana û civîna bi Erdogan re ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Parlamenterê HDP’ê yê bajarê Rihayê Nusrettîn Maçîn li ser vê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bertekên tund nîşan dan.

Nusrettîn Maçîn got: “Serdana Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoyê de bi rastî jî ne tenê kêmasiya dîplomasiyê ye di heman demê de di warê hestên neteweyî de jî kêmasiyeke mezin e. Ev hevdîtin wek ku kêr li hestên netewî hatibin xistin û nayê qabûlkirin. Ev tiştekî nerast e û bandoreke neyînî li yekîtîya netewî ya kurd dike.”

Kawa Nadir: Serdana Nêçîrvan Barzanî perçeyek ji plana qirkirina Kurdan e

Têkidarî heman serdanê, çalakvanê siyasî û rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir jî nirxandin kir.

Kawa Nadir anî ziman ev serdana Barzanî perçeyek ji plana êrişên li ser Kurdan e û wiha got: “Dewleta Tirk, plana qirkirina gelê kurd dimeşîne. Di demeke wisa de her kes bendê bû ku hikumeta Başûrê Kurdistanê helwestek li hember êrişên Tirkiyê nîşan bida, lê berovajî Nêçîrvan Barzanî bi Erdogan re hevdîtin kir. Ev jî dide xuyakirin ku ev serdan parçeyek ji vê planê qirkirina kurdan e.”

Rojnamevan Kawa Nadir dawiyê bi bîr xist ku dagirkerên Kurdistanê, bi çavê dijminane li hemû kurdan dinêrin û tekez kir divê hemû partiyên kurdî bibin yek.

Back to top button