DYA ji bo agehdariya li ser serokê DAIŞ-X 10 milyon dolar diyarî eşkere kir

Tevgera DAIŞ-Xoresan li nava Efxanistanê metirsiya heyî zêdetir dike. Wezareta Karên Derve ya Amerîka ragihand ku wan ji bo agahdarkirina cihê serokê DAIŞ-Xoresan Sanaullah Xafarî 10 milyon dolar xelat diyar kiriye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ji bo dîtina Xafarî û berpirsyarên êrîşa Tebaxa 2021’an wê heta 10 mîlyon dolar cuda cuda bên xelatkirin.

Sanaullah Xafarî wek serokê koma bi navê DAIŞ-X tê naskirin.

DYA diyar kir ku Ghafari hemû operasyonên girêdayî DAIŞ-X yên li Efxanistanê erê kiriye û ji bo operasyonan çavkaniyên aborî peyda kiriye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di meha Mijdarê de Xafarî weke ‘terorîstê cîhanî’ ragihandibû û gotibû,

DAIŞ-X dikare di nava 6 heta 12 mehan de li derveyî welat êrîşan pêk bîne.

Leşkerê Amerîkî roja Înîyê ragihandibûn ku di êrîşa li ser firokexaneya Hemîd Karzayî ya li Kabulê ku 26’ê Tebaxa 2021’ê de ku DAIŞ’iyekî pêk aniyê, 13 leşkerên Amerîkî û herî kêm 170 Efxanî hatibûn kuştin.

DAIŞ-X cara yekem 2014’an navê xwe ji herêma Xorasanê girtibû.

Berê hem li dijî hêzên Amerîkî û hem jî li dijî çekdarên Talîbanê şer kiribû.

Back to top button