Şêniyên Hesekê 11 şehîd bi merasîmekê oxir kir

Îro li bajarên Hesekê û Dêrikê 18 şehîdên ku di Pêngava Gurzê Gelan û êrişên dewleta Tirk de şehîd bûne hatin oxirkirin. Bi hezaran şêniyên bajarên Hesekê û Dêrikê li goristana şehîdan a Şehîd Dijwar û Şehîd Xebatê Dêrik beşdarî merasima oxirkirina şehîdan bûn. Di merasîman de soza bilindkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Îro jî gelên herêmê şehîdên xwe oxirkirin.

Bajarên Hesekê û Dêrikê 18 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan û yên êrişên dagikeriya Tirk li ser Dêrikê hembêz kir.

Li bajarê Hesekê bi hezaran kesî li Goristana Şehîd Dijwar 11 şehîdên Pênngava Gurzê Gelan oxir kir.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî wê merasîma leşkerî dest pê kir.

Di merasîmê de ji fermandariya Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şiyar Hesekê, hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Fatima Husên axivîn.

Di axaftinan de îşaret bi hevggirtina pêkhateyên herêmê a di têkbirina planên çeteyên DAIŞ’ê û hêzên li pişt hate kirin û soza şopanda rêya şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya 11 şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de şêniyan cenazeyên şehîdan bi dirûşm û tilêliyan spartin axê.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê cenazeyên 7 şehîdên xwe oxir kir

Bi hezaran şêniyên Dêrikê jî cenazeyên 7 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan û şehîdên êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Dêrikê bi mersîmeke bi heybet li Gorisatana Şehîd Xebat Dêrik oxir kir.

Merasîmê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Di merasîmê de Endama Meclisa Malbatên Şehîda a Dêrikê Suad Mistefa, hevserokê Kantona Qamişlo Avram Ishaq û li ser navê QSD’ê Mihyedîn Xêrkî axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şênîyan bi dirûşme û tililiyan cenazeyên şehîdên xwe sopartin axê.

Back to top button