Siwêdiyan banga pêkanîna biryara 2254 kirin

Xwepêşandanên li bajarê Siweyda a li dijî hikûmata Şamê çend roj in dewam dikin. Li Idlibê jî şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de dewam dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Miravan a Sûriyê ragihand, şêniyên bajarê Siweyda’yê li dijî biryara hikûmeta Şamê ya dûrxistina 600 hezar kertên alîkariyê li şêniyan, nerazîbûn nîşan dan.

Ev 3 roj li ser hev bi hezaran şêniyên Siwêdayê li qadan in û hikûmata Şamê şermezar dikin.

Şêniyan di xwepêşandanan de pankartên pêkanîna biryara navnetewî ya 22-54 rakirin.

Xwepêşandêran riyên sereke ên di nava bajêr de girtin û hikûmeta Şamê hêzên xwe li navendên xwe ên li bajêr zêde kirin.

Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlib û Hemayê bombebaran kir

Çavdêriyê ragihand, hikûmeta Şamê gundên Hemayê û gundên li Cebel El-Zawiya a li başûrê Idlibê hedef girtin.

Her wiha li gundê El-Mebûca ya bajarê Hemayê cenazeyê jineke ku serê wê hatibû jêkirin hat dîtin.

Nehat zanîn bê ev jin ji aliyê kî ve hatiye kuştin.

Balafirên Rusyayê deverên DAIŞ’ê topbaran kir

Di heman demê balafirên Rusyayê 12 caran êrişî cihên DAIŞ’ê ên li Çolistana Sûrî kir.

Hêzên hikûmetê li Deraa bi ser malan de girt û 4 kes revandin

Hêzên hikûmetê li gundekî li bajarokê Xirbit Xezal ya li Derayê bi ser malan girt û 4 kes revandin.

Back to top button