
Îro têkildarî komployê navneteweyî li Tepqayê ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbya ve sînevîzyonek hat nîşandan.
Gelek jin, nûnerên Rêveberiya Sivîl û hêzên leşkerî beşdarî pêşandana sînevîzyonê ku li hola civînan a avahiya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê hatiye lidarxistin bûn.
Yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Meryem Reşîd axivî û diyar kir ku komplo ne tenê li dijî rêber Ocalan pêk hat, li dijî tevahî gel û pêkhateyên Rojhilata Navîn pêk hatiye.
Meryem Reşîd destnîşan kir ku sîstema kapîtalîst a cîhanê şerê rêber Ocalan dike, ji ber ku fikrê rêber Ocalan fikrê demokratîk û azade.
Meryem bal kişand ser bîrdoziya rêber Ocalan û got:” Bîrdoziya Rêber Apo gel ji bindestiyê xelas kiriye, li ser fikrê azad û azadiya jinê, ava bûye.”
Meryemê da zanîn ku ewê hemleyên ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin.