Dagikeriya Tirk 150 çeteyên Sûrî şandin Lîbyayê

Tevî hemû bangên navnetewî ya derxistina çeteyan ji Lîbyayê û hewldanên çareserkirina aloziyê, dewleta Tirk her dawî 150 çeteyên din şandin Lîbyayê.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, dewleta Tirk komeke din a çeteyan şande Lîbyayê.

Ev koma çete ku ji 150 kesî pêk tê piraniya wan ji koma çeteyan a bi navê “Mihemed El-Fatih” a girêdayî dewleta Tirk a dagirker e.

Ev koma çeteyan ji bajarê Efrînê ya dagirkirî derbasî Lîbayayê bûn.

Di 4’ê sibatê de jî, 250 çeteyên Sûrî ku bi mehan li Lîbyayê mabûn vegeriyan Tirkiyê.

Niha li Lîbyayê 7 hezar çeteyên dewleta Tirk hene.

Tevî ku dewleta Tirk got ew ê bi biryarên kongreyê Berlînê ên derxistina hemû çeteyan ji axa Lîbyayê girêdayî be, lê hîna jî çeteyên xwe dişîne.

Back to top button