Li Minbic û Reqayê çalakiya komkirina îmzeyan bi dawî bû

Pêngava komkirina imzeyan ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê li Minbic û Tebaqayê ku 3 rojan dewam kir, îro bi dawî bû.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jina Ciwan li Minbic û Reqayê di çarçoveya kampanaya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, di 6’ê sibatê de çalakiya komkirina imzeyan ji bo derxistina PKK’Ê ji lîsteya terorê dan destpêkirin.

Îro bi daxuyaniyekê çalakî li Minbic û Reqayê de hatin bidawîkirin.

Hat ragihandin di vê kampanyayê de bi hezaran imze hatin komkirin.

Hate gotin, tevî ku çalakî bi dawî bû, ew ê hemleya xwe ya komkirina imzeyan dewam bikin heta ku bighêjin armancên xwe.

Back to top button