Li Bakur-Rojavayê Yemenê bêtirî 30 leşker hatin kuştin

Li bakur rojavayê Yemenê, li nêzî sînorê bi Erebistana Siûdî re sê roj in di navbera Hûsiyan û hêzên hikumetê de şer diqewime. Tê gotin ku bêtirî 30 leşker hatine kuştin.

Bêtîrî 7 salane li Yemenê şer ranewestiyaye.

Hate ragihandin ku piştî şerê sê rojan, hêzên hikumetê yên piştgiriyê ji Erebistana Siûdî werdigirin, herêma Haradê ya li wîlayeta Hajjahê dorpêç kirin.

Li gorî nûçeya ajansa AFP’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, ji 5’ê Sibatê ve di şer de 4 jê efser bi giştî 32 leşker hatine kuştin.

Hate ragihandin ku di şer de derdora 100 leşker jî birîndar bûne.

Heman çavkaniyan ragihandin ku di şer û êrişên hewayî yên Koalîsyona Ereb de, 56 çekdarên Hûsiyan hatine kuştin.

Hûsî li ser windahiyên xwe kêm caran daxuyaniyê didin.

Şerê li Yemenê hefteyên dawî giran bû.

Koalîsyona Ereb û hêzên ku piştgiriya wan dikin, ji bo jinûve bidestxistina xaka ku di şerê heft salan de ji dest dane, dest bi operasyonekê kiribûn.

Hûsî yên ku piştgiriyê ji Îranê werdigirin jî li hemberî Erebistana Siûdî û Îmaratê êrişên xwe zêde kirin.

Îmarat ji meha Çileyê ve bûye eniyeke nû ya vî şerî.

17’ê Çileyê bi fuze û droneyan êriş li Abû Dabî hatin kirin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

DYA’yê jî destroyera PLASTIK CIHAN şand herêmê ku xwedî kapasîteya fuzeyên balîstîk e.

DYA’yê her wiha ragihand ku wê balafirên şer ên F-22 bişînin Îmaratê.

Piştî ku paytexta Sana 2014’an kete destê Hûsiyan ji wê demê ve şerekî giran diqewime.

Li aliyekî hêzên hikumetê heye ku piştgiriyê ji Erebistana Siûdî werdigire, li aliyê din jî Hûsî hene ku piştgiriyê ji Îranê digre.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî 227 hezar kes ji ber nebûna avê, birçîbûn û nexweşiyê, bi giştî 377 hezar kes di şerê Yemenê de mirine.

Rewşa heyî ya li Yemenê weke krîza herî giran a mirovî ya li cîhanê tê pênasekirin.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî Cotmeha 2020’î daxuyaniyek da û diyar kir ku li Yemenê ji destpêka şerê navxweyî û vir ve bêtirî 10 hezar zarok hatin kuştin yan jî birîndar bûne.

Li Yemenê ji her pênc zarokan yek pêwîstiya xwe bi alîkariya mirovî heye.

Ev jî tê wateya 11 milyon zarokî.

Back to top button