
Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Minbicê panel di bin diruşmeya “Rewşa Jinê..azar û dijwarî” li dar xist.
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panel bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên ku li pêşiya beşdarbûna jinan di tevahî qadan de dibin asteng û dîtina çareseriyê li dar xist.
Endamên saziyan jinan, jinên di partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê de cih digirin beşdarî panelê bûn.
Panel li ser 3 mijaran parve bû.
Mijara yekemîn li ser astengiyên ku jin di qada siyasî de pê re rû bi rû dimînin, bû.
Mijara duyemîn a panelê bal kişand ser azarên jinan di jiyana civakî.
Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anî ziman.
Hate gotin ku divê li hemberî urf û adetên şaş pêngavên hişyarkirinê were destpêkirin û rola jin di qada aborî, siyasî û civakê de were pêşxistin.