Çeteyan 5 welatiyên din ji mabata û navenda Efrînê revandin

​​​​​​​Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin. Çeteyan 5 welatîyên din revandin. Tevî van çeteyên dewleta Tirk tenê ji destpêka salê heta niha 63 kes ji Efrînê revandine.

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê roj bi roj zêde dibe.

Çete hema bêje rojane bi hincetên berê hazirkirî welatiyên li Efrînê mane direvînin û di berdêla berdana wan de jî pereyan distînin.

Bi van kiryarên hovane jî welatiyên ku li Efrînê mane didin koçberkirin.

Dagirkeran bi hincetên xwe yên her carê 5 welatîyên din revandin.

Navên Kesên hatine revandin wiha ne:

Mehmûd Reşîd Ebdo yê 34 salî

Fexrî Qenber Şêxo yê 49 salî yê ji gundê Gemrûkê yê Mabata,

Mihemed Ehmed Mihemed yê 36 salî ji navenda Efrînê,

Ehmed Henan Reşo yê 54 salî û Menan Saîd Şêx Seydî yê 40 salî yên ji gundê Şêxutka yê navçeya Mabata hatin revandin.

Hat diyarkirin çeteyan di berdêla berdana wan de 1500 lîreyê Tirk xwestine.

Kesên hatine revandin çarenûsa wan heta niha ne diyar e.

Li gorî Navenda Belgekirina binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, tenê ji destpêka vê salê heta niha 63 kes li Efrînê hatine revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 27 dar li gundê Tirindê birîn

Li kêleka kuştin û revandinê çete xwezaya Efrînê jî wêran dikin.

Herî dawî çeteyan li gundê Tirindê 27 darên zeytûnê birîn û li gundê Xalnêrê jî birîna daran didomînin.

Çete salane ji bazirganiya daran bi dehhezaran dolar qezenc dikin.

Çeteyan tenê di meha derbasbûyî de zêdetirî 1300 dar birîn.

Back to top button