Hisên El-Şêx: Metirsiya DAIŞ’ê hîna didome û bûyera li Hesekê nîşaneya vê metirsiyê ye

Hisên El-Şêx Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê, têkildarî metirsiya DAIŞ’ê di dema heyî de nirxandin kir.
Hisên El-Şêx dibêje: “DAIŞ ji herêmên dagirkirî destekê digire û wan herêman weke navend bi kar tîne.”
Ji bo darizandina van çeteyan jî, El-Şêx banga naskirina Rêveberiya Xweser kir.

Piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê careke din û ji cîhanê tevî re metirsiya DAIŞ’ê derket holê.

Tevî bangên Rêveberiya Xwesr û QSD’ê yên berî niha jî, li hember dosyaya DAIŞ’ê cîhan tev her bêdeng e.

Aliyên peywendîdar ne erka xwe li hember van çeteyan pêk tînin û ne jî çeteyan dadgeh dikin.

Li vê mijarê, metirsiya van çeteyan cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Hisên El-Şêx ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Hisên El-Şêx bi bîr xist ku metirsiya DAIŞ’ê hîna didome û bûyera li Hesekê jî mînaka vê yekê da.

Hisên El-Şêx: DAIŞ herêmên dagirkirî weke navend bi kar tîne

Hisên El-Şêx diyar kir ku DAIŞ ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de destekê digire û anî ziman çeteyên DAIŞ’ê van herêman weke navend bi kar tînin.

Li ser hevkariya di navbera dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê de El-Şêx wiha got:

“Dema DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê dikir, dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dikir.

Plana êrişa li ser Hesekê li Serê Kaniyê ya dagirkirî hatibû amadekirin

Serçeteyê DAIŞ’ê El-Qureşî jî li herêmên dagirkirî hat kuştin.”

Hisên El-Şêx: Divê hemû welat welatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigirin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Hisên El-Şêx bal kişand li ser pêwîstiya naskirina Rêveberiya Xweser di vê demê de û ev got:

“Me gelek caran bang kir û hîna jî em bang li tevahî dewletan dikin ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î bibin û wan darizînin.

An jî dadgehên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin ku ev çete werin darizandin. ”

Back to top button