zelensky: emê li gorî peymana mînskê dîplomasiyê bidomînin

Serokomarê Fransa Macron bi Putin û Zelensky re civiya. Macron got, Min karî ji her yek ji wan sozek zelal werbigirim ku li ser bingeha peymanên Mînskê tevbigerin. Her wiha di cîvîna lîderên Almanya, Fransa û Polonya de jî hate gotin; Armanca me ya sereke li Ewropa pêşêlêgirtina şerekî ye.

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron piştî serdana xwe ya li gel Serokdewletê Rûsya doh bi hempîşeyê xwe yê Ûkrayna Vladimir Zelensky re civiya.

Herdu serokan bi tenê civiyan û piştî wê jî derketin pêşiya çapemeniyê.

Di daxuyaniya çapemeniyê de, Zelensky ji ber hewildanên aştiyane yên Macron spasiya wî kir û got: Bi giştî îro hevdîtinên me yên watedar û pir berhemdar kirin.”

Zelensky bal kişand ser wê yekê ku ew ê pabendî agirbesta ku li herêma Donbassê ya Ûkraynayê hatiye ragihandin tevbigerin û got, “Em ê li gor peymanên Mînskê dîplomasiyê bidomînin.”

Macron: Alî wê li ser bingeha peymana Mînskê tevbigerin

Ji aliyê din ve Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron der barê hevdîtinên cuda yên ku bi Putin û Zelensky re kir de wiha got: “Me duh bi Putin re nêrînên xwe parvekir. Wî ji min re got ku ew ê nebin çavkaniya aloziyê. Em dixwazin ku rewş di çend hefteyên pêş de aram bibe. Min karî ji her yek ji wan sozek zelal û nezelal werbigirim ku li ser bingeha Mînskê tevbigerin.”

Macron di serdana xwe de, 1,2 milyar euro piştevanî ji bo Ûkrayna kir.

Lîderên Almanya Polonya û Fransa ji bo Ûkrayna civiyan

Serokwezîra Almanyayê Olaf Scholz, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokomarê Polonyayê Andrzej Duda beriya hevdîtina li Berlînê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Lîderên Ewropa: Armanca me ya sereke pêşîgirtina şer e

Scholz diyar kir ku ew bi hevkarên li Ewropayê re ji nêz ve di nava diyalogê de ne û got, “Armanca me ya hevpar ew e ku li Ewropayê pêşî li şer bê girtin. Di vê mijarê de emê hemû bi hevre tevger bikin.

Serokomarê Fransa Macron jî got, ji bo çareseriya krîza Ûkraynayê divê diyaloga bi Rûsyayê re bi formatên cuda dewam bike.

Macron da xuyakirin ku hevdîtina bi Serokwezîrê Almanyayê û Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda re li Berlînê gelekî biwate ye.

Serokomarê Polonyayê Duda jî bal kişand ser pêwîstiya bi hevgirtinê û got, “Divê em nîşan bidin ku em bi yek dengî diaxivin. Em ê paşve gav neavêjin û em ê dest ji kesî bernedin.”

Back to top button