Parlamenter Mela Nasir: PKK ne terorîst e ji bo azadiyê dixebite

Parlamenterê Başûrê Kurdistanê Abdulnasir Ehmed (Mele Nasir) jî piştgirî da kampanyaya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’.
Ew dibêje: “Ez qet PKK’ê weke ‘terorîst nabînin, ji ber ji bo azadiyê dixebite.” 

13’yê Kanûna sala çûyî, ji bo derxistina PKK ji lîsteya terorê, kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin.

Armanca kampanyayê jî, komkirina 4 milyon îmzeyî ye.

1000 rewşenbîr,siyasetmedar û çalakvanên navdar pêşengtiya kampanyayê dikin.

Parlamenterê Başûrê Kurdistanê Mele Nasir jî di vê çarçoveyê de piştgirî da.

Mele Nasir dibêje:

“Ez qet PKK’ê weke ‘terorîst nabînin.

Ji ber ku ji bo azadiyê xebatê dike. Ji bo ku gelê Kurd bi awayekî azad xebata xwe bike, têdikoşe.”

Parlamenter Mele Nasir bal kişand ser azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî û hêvî kir were azadkirin.

Back to top button