Rûsya bi keştî û balafiran tatbîkat pêk anî

Rûsya li nava bejahî û deryayê tetbîqatên xwe berfireh kiriye. Welatên Ewropa ji bo piştavaniya Ûkrayna li Kîevê kom dibin. Wezîrên Karên Derve yên Almanya, Awistrya, Slovakya û Komara Çek li sînorên pêş yên Ûkraynayê ne. Koşka Spî jî careke din, ji aloziya li sînorê welat Moskow berpirsyar nîşan da.

Peyamên aramiyê têne dayîn. Lê li ser erdê hîna jî tevgereke metirsîdar heye. Balefirên Rûsya ji asîmanan danakevin.

Helîkopterên êrişê jî piştî têne amadekirin ber bi armancên ji bo wan hatîn diyarkirin ve diçin. Li nava deryayê, heman rewş heye.

Wezîrên Awistralya, Slovakya û Komara çek li sînorê Luhansaka kirin

Li hemberî metirsiya li ser Ûkrayna, Ewropa jî dixwaze bi yek dengê helwestê nîşan bide.

Ji bo vê yekê danûstanên welatên Ewropa ya ji bo Ûkrayna zêde bûye.

Wezîrên Karên Derve yên Awistrya, Slovakya û Komara Çek, tevî Fermandarê Hêzên Hevbeş Orgeneral Oleksandr Pavliuk û Serokê Rêveberiya Herêma Luhanskê Serhiy Haidai, serdana Stanytsia Luhanska CPV kirin.

Baerbock serdana herêma Donbassê kir

Li eniyek din ya krîzê Wezîra Alman hebû.

Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock 7’ê Sibatê ji bo serdana 2 rojan li Ûkrayna bû.

Annalena Baerbock di çarçoveya serdana xwe de, berê xwe da eniya Donbassê.

Baerbock got: Herêma ku demekê ji bo Ewropayê cihê geştiyariyê bû, niha şahidiyê ji şereke li nava Ewropayê re dike.

Koşka Spî: NATO hertim rêxistinek ya parastinê bû

Di rojeva Koşka Spî ya Amerîka de, careke din Ûkrayna yek ji mijara sereke bû.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di daxuyaniya çapemeniya rojane de, careke din balkişand li ser tevgera êrişkar a Rûsya li sînorê Kîevê.

Psaki gotina, Biden ya “NATO amade ye” hîna zelaltirkir û wiha got: “NATO her tim hevalbendeke parastinê ye. Yê ku bi deh hezaran leşker li ser sînorê xwe kom kiriye, Rûsya ye, ne NATO. Em piştgiriya xwe ji bo hevkarên xwe (li herêmê) zêde dikin. Rûsya xwedî wê hêzêye ku dikare aloziyê kêm bike, ez hêvî dikim ku ew vê bikin.”

Back to top button