“Divê welatên dewlemend 16 mîlyar dor alîkariyê têkoşîna li dijî Covîd-10 bexş bikin”

Rêxistina Tenidrûstiyê ya Cîhanî jo bo kampanya têkoşîna li dijî vîrûsa Covîd-19 bang li welatên dewlemend kir. Rêxistinê bal kişand ser rewşa herêmên xizan û got, di vê ji bo wan 16 mîlyar dolar alîkarî were şandin.

Dîrektorê Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus (Tîdros Gebriyesûs)bi daxuyaniyekê eşkere kir ku eger derfetên pêwîst ji bo wan bêne pêşkêşkirin, ew ê karibin îsal dawî li şewba Covîdê bînin.

Derfetên ku Ghebreyesus alîkariya madî ya welatên dewlemend e..

Û di vî warî de ev ban li aliyên pêwendîdar kir:

Ji bo têkoşîna li dijî Covîd-19 foneke taybet hatiye sazkirin.

Divê welatên dewlemend bi awayekî adil alîkariyê pêşkêş bikin.

Di rewşeke wiha de wê hem pisrgirêka dermankirinê û hem jî ya derzîkirina mirovan çareser bibe.

Bi taybet di vê demê de ku varîanta Omicron bi lez belav dibe, belavkirina derman li herêmênm xizan şert e.

Cotmeha sala 2021’an hatibû gotin, pêwîste 23 mîlyar û 400 hezar dolar werin berhevkirin.

Lê ji wê demê ve tenê 800 mîlyona dolar hatin komkirin.

Ji ber vê çendê, Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê bang dike ku pêwîstiyeke lezgîn bi dayîn 16 mîlyar dolarî heye.

Li gorî daneyên rêxistinê, heta niha li cîhanê bi qasî 4 mîlyar û 700 mîlyon test hatine kirin.

Û tenê ji sedî 0.4’ê wan bû para welatên xizan.

Li van welatan wekî din heta niha tenê ji sedî 10 nifûsê karîbûn doza pêşî ya derziyên li dijî vîrûsê lixwe bidin.

Back to top button