Koreya Bakur bi mûşekan gef li DYA xwar

Koreya Bakur got, Tenê welatê me heye ku dikare bi mûşekan êrişî nava Amerîka bike. Tenê em dikarin bi vê yekê re cîhanê bihejînin. Li hemberî vê, Amerîka jî dibêje ti niyetek dijminahiya wan li pêşberî rêveberiya Pyongyangê nîne.

Ji bo zêdekirina aloziyê ji Wezareta Karên Derve ya Koreya Bakur daxuyanî hat dayîn.

Wezaretê got, “Di cîhana îroyîn de, ku gelek welat bi teslîmbûn û guhdana kor bi DYA re dema xwe winda dikin.

Tenê em dikarîn bi avêtina mûşekekê nava Amerîka cîhanê bihejînin.

Wezaretê diyar kir ku tevî bêytirî 200 welatên cîhanê hene jî lê tenê çend ji wan xwedî bombeyên hîdrojenî, mûşekên balîstîk ên navbera parzemînî ne.

Cerbiandinên mûşekan ku despêka salê ji aliyê rêveberiya Pyongyangê ve hatiye zêdekirin jî weke, serkeftinê binav kir.

Herwiha hat destnîşankirin ku “pêşgiriya şer” hat xurtkirin.

Ji DYA bo rêveberiya Koreya Bakur: Ti niyetek dijminana li hember Pyongyangê nîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kir ku li hemberî Koreya Bakur tu niyeta dijminane tuneye û banga diyalogeke nû kir.

Price got, Ew rêveberiya Pyongyang wekî “gefekî li ser aştiya navneteweyî, ewlehiya û rejima nehêlana nukleerî” dibîne.

Pyongyangê di mehekê de 7 mûşek ceriband

Koreya Bakur ji destpêka meha Çile ve 6 ceribandinên mûşekên hîpersonîk, taktîkî û Kruzê pêk anî.

Herî dawî hikumeta Tokyo û Seulê 30’ê Çile ragihand ku mûşeka 7’an hatiye ceribandin.

Hat diyarkirin ku muşek bilindahiya 2 hezar kîlometre û piştî dirêjahiya 800 kîlometreyî ketiye.

Her wiha ev bi wasî 30 deqeyan jî li hewa maye.

Çalakiya Pyongyangê ya ku biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê dike, rastî berteka raya giştî ya navneteweyî hat.

Back to top button